Termên Mey Skaf û Fedwa Silêman bo Sûriyê tên vegerandin
Welat TV - Hewlêr
Sendîkaya hunermendên Sûrî dibêje ew ê termên her du ekterên Sûrî Mey Skaf û Fedwa Silêman vegerîne Sûriyê û endamtiya fexrî pêşkêşî derhêner Basil Şihadê yê koçbarkirî bikin.
Neqîbê Sendîkeya Hunermendan Mazin Natûr di kongireke rojnamevanî de da zanîn ku piştî hemahengiyê li gel malbatên her du ekterên Sûrî yên koçbarkirî Mey Skaf û Fedwa Silêman, ew ê termên wan vegerînin Sûriyê.
*Endamtiya Fexrî bo Derhênerê koçbarkirî Basil Şihadê
Natûr got jî ku ew ê endamtiya fexrî pêşkêşî derhêner Basil Şihadê yê ku li ser destê Rêjîma Esed hatî kuştin, bikin.
Mey Skaf û Fedwa Silêman piştî destpêka Şoreşa Sûrî li dijî Rêjîma Esed derketin, û neçar bûn ji Sûriyê derkevin, Fedwa Silêman sala 2017an li Parîs paytexta Fransayê koça dawî kir û Mey Skaf sala 2018an li Parîsê koça dawî kir.
Basil Şihadê jî, beşdarî xwepêşandanên li dijî Rêjîma Esed bûbû û sala 2012an di bombebaraneke rêjîma hilweşiyayî de li taxa Sifsafa ya Himsê hate kuştin.