Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS: Karwanekî Erebên hawirde ji Efrînê derket
Welat TV - Hewlêr
Karwanekî din ê malbatên Erebên hawirde ji Efrîna Rojavayê Kudistanê derket û berê xwe da parêzgeh û bajarên xwe.
Serokê xwecihiya Efrînê ya Encûmena Nitştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ehmed Hesen ragihand ku, îro 31ê Gulanê karwanekî malbatên Erebên hawirde ji Efrînê derket.
Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen dîmenên wî karwanî li ser tora civakî belav kirin, tê de diyar e ku bi dehan otombîl û barhilgiran xwe amade kirine û li ser rêya Efrîn - Helebê berê wan li parêzgehên wan e.
Li gorî jêderên Welat TV karwan ji bajarên Efrîn û Cindirêsê derketine û berê wan li Himsê ye.
*Qonaxa piştî ketina Esed
Jêderên ji Efrînê tekez dikin ku rojane malbatên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derdikevin û berê xwe didin bajarên xwe.
Derketina malbatên Ereb ji dema ketina Esed ji 8 Berçileya 2024an ve dest pê kiriye, ku ew malbat ji ber stema rêjîma Esed hatibûn derxistin.
*Vegera Kurdan
Hevdemê wê yekê, bi dehê hezaran ji malbatên Kurd jî vegeriyane Efrînê, bi taybetî piştî rêyên Efrînê bi parêzgehan re hatine vekirin.