Mesrûr Barzanî û sînatoreke Emerîkî tekezî li ser rêzgirtina qewareya Herêma Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî û sînatoreke Emerîkî tekezî li ser rêzgirtina qewareya Herêma Kurdistanê kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û sînator Jacky Rosen îro 31ê Gulana 2025an civiyan.

Mesrûr Barzanî li ser naveroka civînê got: "Di civînê de me tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî di warên ewlehî û abûrî de kir. Her weha me encamên serdana min a dawiyê bo Emerîkayê û civînên li gel berpirsan gotûbêj kirin".

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn jî "Me di civînê de li ser pêwîstiya rêzgirtina qewareya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên darayî li gorî destûrê tekez kir".

Rewş û pêşhateyên Iraq, Sûriyê û deverê jî hatin gotûbêjkirin.