Iraq siyasetên taîfî li Sûriyê red dike

Iraq siyasetên taîfî li Sûriyê red dike

Welat TV - Hewlêr

Iraq û Libnanê piştevaniya xwe ji bo aramiyê li Sûriyê diyar dikin û Iraq siyasetên li ser bingehên taîfî li Sûriyê red dike.

Ev yek hat di civînên serokê Iraqê Ebdiletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemd Şiyah Sûdanî de li gel serokê Libnanê Cozêf Ewin, ku îro serdana Bexdayê kir.

Serokatiya Iraqê da zanîn ku di civîna Reşîd û Ewin de tekezî li ser piştevaniya her du welatan ji yekîtî, aramî û parastina serwerî û ewlehiya Sûriyê kir.

Ji aliyê xwe ve, Sûdanî di kongireke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Ewin diyar kir ku Iraq piştevaniya serwerî û serxwebûna Sûriyê dike û siyasetên ku dibin sedemên fitneya taîfî û gefê li civakê dikin, red dike.

*Her weha bixwîne: Pedersen û serokê Libnanê doseyên sînor û penaberên Sûrî gotubêj kirin