Tevgera dergehên sînorî yên Sûriyê di rojên cejna Qurbanê de
Welat TV - Hewlêr
Tevgera dergehên sînorê yên Sûriyê bi welatên cîran re di rojên Cejna Qurbanê de li pêş tevgera bazirganiyê ji Înê 6ê Hezîranê ta Duşemê 9 Hezîranê radiweste û li hin dergeh tevgera rêwiyan berdewam dike.
Desteya Gîştî ya Xalên Sînorî yên Bejayî û Deryayî da zanîn ku dergehên bejayî yên bi Turkiyê re ji Îna bê ta Duşemê li pêş tevgera rêwî û barhilgirên bazirganiyê girtî ne.
Dergehên bejayî yên bi Libnan re ji Îna bê ta Duşemê li pêş tevgera barhilgirên bazirganiyê girtî ne lê ji demjimêr 6ê sibehê ta 12 şevê li pêş tevgera rêwiyan vekirî ne.
Dergehên bejayî yên bi Urdinê re jî ji Îna bê ta Duşemê li pêş tevgera barhilgirên bazirganiyê girtî ne lê ji demjimêr 9ê sibehê ta 6 êvarê li pêş tevgera rêwiyan vekirî ne.
Her weha dergehê Bûkemal yê sînorî bi Iraqê re ji Îna bê ta Duşemê li pêş tevgera rêwiyan girtî ye.