Reuters: Emerîka rê daye ku 3500 çekdarên cîhadî tevlî artêşa Sûriyê bibin

Reuters: Emerîka rê daye ku 3500 çekdarên cîhadî tevlî artêşa Sûriyê bibin

Welat TV – Hewlêr

Ajansa Reuters got ku 3500 çekdarên cîhadî yên biyanî dê tevlî Artêşa Sûriyê bibin.

Ajansa Reuters îro 2yê Hezîrana 2025an, got: Şandiyê Emerîkî yê taybet bo Sûriyê Thomas Barrack da zanîn ku ew li ser pilana Rêveberiya Nû ya Sûriyê ji bo tevlîkirina bi hezaran ji çekdarên cîhadî yên biyanî bo artêşa Sûriyê erê kir.

Ajansê diyar kir ku sê berpisên Sûriyê ragihand ku pilan, derdora 3500 çekdarên cihadî ku piraniya wan ji welatên Uyxûr, Cîn û welatên cîran in li xwe digire.

Şandiyê Emerîkî yê taybet bo Sûriyê Thomas Barrack diyar jî kir ev çekar dê tevlî furqaya nû ya ku bi furqeya 84 tê naskirin a ser bi artêşa Sûriyê ve ye, bibin.

Beriya niha Emerîka digot yek ji mercên wê ji bo asayîkirina peywendiyan li gel hikûmeta nû ya Sûriyê ew e çekdarên cîhadî yên biyanî ji Sûriyê derxîne. 

►Her weha bixwîne.. Daxwazên Turmp ji Ehmed El-Şeri'