Wezîra Derve ya Elmanya ya berê bû seroka Komeleya Giştî ya UN

Wezîra Derve ya Elmanya ya berê bû seroka Komeleya Giştî ya UN

Welat TV - Hewlêr

Wezîra Derve ya Elmanya ya berê Analîna Bîrbûk bû seroka Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî.

Di dengdanê de, li xula xwe ya 80, duh 2 Hezîranê Analîna Bîrbûk bû seroka Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî.

Di dengdanê de 167 welatan deng da, û 14 welatan jî red kir dengan bidin.

Analîna ji Êlûna bê ve bi fermî dest bi karê xwe weke seroka Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî dike û heta salekê di erkê xwe de berdewam dibe.

*5emîn jin e

Bi hilbijartina Bîrbok, dibe 5emîn jin vê postê werdigire, dawîn car sala 2018an bû her weha jineke Ereb ji Behrênê sala 2006an ev post wergirtiye.

►Her weha bixwîne.. Analîna Bîrbûk: Kobanî sembola wêrekiya Kurdan e li dijî DAIŞê