Rewşa karta geştiyariyê li Sûriyê berev başiyê diçe

Welat TV - Hewlêr

Piştî rêkeftina Wezareta Enerjiyê û grûpa UCC Holdîng ji bo berhemanîna elekitrîkê li Sûriyê, êdî tê pêşbînîkirin ku karta geştiyariyê geş bibe.

Alîkarê Wezîrê Geştiyariyê Xeyas Fereh da zanîn ku başkirina rewşa elekitrîkê û jêrxaneyên enerjiyê dê werberhêneran han bide ku di karta geştiyariyê de kar bikin

Fereh diyar kir jî ku weberhênan li Sûriyê, dê rewşa tevgera geştiyarê baş bike û xizmetguzariyên baş di werza niha de yan ên bê de dê peyda bike.

Piyêr Xûrî ku xwediyê hotêlekê li Şamê ye dibêje: ”Pirojeyên peydakirina elekitrîkê dê têçûnên wan kêm bikin û ev yek jî dê tevgera geştiyariyê geş bike”.

*5000 Mêga Wat ji elekitrîkê

29 Gulanê Hikûmeta veguhêz a Sûrî rêkeftinekê bi grûpa UCC Holdîng a cîhanî re îmze kir, ji bo weberhênanê di warê enerjiyê de li Sûriyê, rêkeftin bi nirxê 7 milyar dolarên Emerîkî ye û dê 5000 Mêga Wat ji elekitrîkê peyda bike.

*Hevkariya li gel Qeterê

Duh jî şandeke hikûmeta veguhêz a Sûrî ku ji hejmarek wezîr pêk dihat serdana Qeterê kir û li gel berpirsên wî welatî mijarên dualî gotûbêj kirin, di vê derbarê de, Wezîrê Derve yê hikûmeta veguhêz Es´ed El-Şeybanî diyar kir ku wan Qeterê li ser hevkariyê di warên cuda de di nav de karta geştiyariyê li hev kiriye.

tevî van rêkeftin û lihvkirinan, çavdêr dibêjin divê tevlîheviya ewlehî ya li Sûriyê bi dawî bibe da ku karta geştiyariyê geş bibe.