Amadekariyên Cejna Qurbanê.. Nirx û tevgera bazaran li Qamişlo

Welat TV - Hewlêr

Roja Înê Cejna Qurbanê ye û bazarên Rojavayê Kurdistanê ji şekir û kelûpelên Cejnê pir bûne û welatî amadekariyên xwe dikin.

Kamîreya "Welat TV" seredana bazara bajarê Qamişlo kir û amadekarî şopandin.

Nirxên kelûpelan berevajî salên bûrî arzantir bûne, lê tevî vê yekê jî beşek ji firoşkaran gazinan dikin û dibêjin ku tevgera firotinê lawaz e.

Mihdî Hisên xwediyê dukaneke cilan e ji Welat TV re got: "Li gorî cejna bûrî, nirx bi rêjeya 30 ta 40% kêmtir bûne û tevgera firotinê lawaz e.

Ez bawer dikim ku sedema lawaziya tevgera kirînê têkçûna werzê çandiniyê ye".
 
Li aliyekî din û li heman bazarê hin firoşkarên din diyar kir ku "kêmbûna nirxê dolar bandor bi erênî li nirxên kelûpeln kiriye û tevgera xelkê û firotinê li bazarê baş e".

Kirîna şekir û kelûpelan yek ji dabûnerîtên cejnê ye. Her çiqasî rewşa abûrî zehmet jî be, welatiyên Rojavayê Kurdistanê kelûpelên xwe dikirin û Cejna xwe pîroz dikin. Lawazî û geşbûna tevgera bazaran jî dîmînin girêdayî bi rewşa abûrî ya Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî.