Çilrojiya helbestvanê Kurd Mûsa Zaxoranî hat lidarxistin

Çilrojiya helbestvanê Kurd Mûsa Zaxoranî hat lidarxistin

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya çilrojiya nivîskar û helbestvanê Kurd Mûsa Zaxoranî li dar xist.

Merasîmên çilrojiya Mûsa Zaxoranî, li hola Soz a konferansan li kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdisstanê li parêzgeha Duhokê, demjimêr 06:30 êvarê bi beşdarbûna serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanî - Sûriya, Nivîskar, Rewşwnbîr û cewmawerên Kurd bi rê ve çûn.

Di merasîman de, hejmarek gotin li ser jiyan û xebata Mûsa Zaxoranî ya rewşenbîrî hatin pêşkêşkirin, ji aliyê xwe ve malbata Zaxoranî spasiya beşdarbûyan kir û di dawiyê de filîmeke documenterî li ser jiyana wî hate nimayîşkirin.

Kurtejiyana Helbestvan Zaxoranî:

- Zaxoranî sala 1955an li gundê Eletfiyê li Rojhilatê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

- Sala 1973yan, bawernameya lîsê - beşê zanistî wergirt.

- Li gel şehîd Miş´l Temo Kovara ”Deng” damezrand.

- Di hejmarek Rojname û Kovar de nivîsiye wek: (Metîn - Stêr - Gelewêj- Xebat- Birayetî- Peyman) û Kovara “Rewşen” li Zaxo.

- Bo heyama çend salan, sernivîserê Kovara “Stêr” a kurd bû, di 2007an de, bû endamê Komîta Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê her weha yek ji damezrînerê Kocka Qamişlo ya rewşenbîrî bû.

- Xelata Helbestvan Mela Nûrî Hesarî ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ve, xelata Helbestvan Rêncber serbarî hejmarek xelatên din wergirt.

- 3 dîwanên wî yên çapkirî hene: (GOVENDEK HELBEST - LANDIKA HELBESTAN - BÛKA HELBESTAN).

- Di 29ê Mijdara 2023yan ji ber xebata wî di warê çand û wêjeyê de, ji aliyê ”Dezgeha Parastina Ala Kurdistanê” ve hat xelatkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi xakê hat spartin.