Ji 9 kesan pêk tê.. Navên Şanda Kurdî ya hevbeş hatin ragihandin
Welat TV - Hewlêr
Navên şanda Kurdî ya hevbeş ji bo danûstandinan li gel hikûmeta veguhêz a Sûrî derbarê mafên Kurdan li Sûriyê hatin ragihandin, şand bi serokatiya Mihemed Ismaîl û Perwîn Yûsif e.
Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Fêsel Yûsif ji Welat TV re îro navên şanda Kurdî ya hevbeş ragihandin, şand ji 9 kesan pêk tê û bi serokatiya Mihemed Ismaîl û Perwîn Yûsif e.
Navên endamên şandê ev in:
*Silêman Oso
*Fêsel Yûsif
*Selah Derwîş
*Aldar Xelîl
*Reyhan Loqo
*Ehmed Silêman
*Nesredîn Ibrahîm
*Civîna damezirênerî
Yûsif got ku şandê civîna xwe ya damezirênerî îro bi beşdariya fermandariya HSDê (Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn) û dîwana konfiransa Ilham Ehmed li dar xist û di rojên bê de dest bi karê xwe dike.
Berdevkê ENKSê diyar kir ku avakirina şandê tê piştî şêwiran di navbera aliyên beşdar di Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de, ji bo danûstandinan li gel hikûmeta Şamê, aliyên navdewletî û Kurdistanî li gor nêrîna Kurdî ya hevbeş derbarê Sûriyê û doza Kurdî.
*Her weha bixwîne: Daxuyaniya dawîn a Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî