Welatiyên Efrînê amadekariya cejnê dikin û qurbaniyan dikirin
Welat TV - Hewlêr
Serjêkirina qurbaniyan yek ji rêûresmên Cejna Qurbanê ye. Bi hatina cejnê welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê karûbaran dikin û kesên ku karînên wan hebin qurbaniyan dikirin.
Kamîreya Welat TV tevgera bazarê û kirînê şopand.
Li pezara pez li Efrînê, kîloya goştê pezê nêr digihêje 5 dolarên Emerîkî û yê mê bi 4 dolaran e.
Tevî ku nirx bi awayekî berçav daketine, lê ji hemû welatiyan nayê ku qurbaniyan bikirin.
Li aliyekî din, kesên ku pez xwedî dikin ji tevgera firotinê li bazrarê bigazin in. Welatiyekî ji Welat TV re got ku bilindbûna nirxên êm bandor bi nerênî li wan kiriye û sûda wan ji firotinê kêm kiriye.
Ev yekem cejna Qurbanê ye piştî hilweşandina Rêjîma Esed ku bi ser welatiyên Efrînê de tê, necîgiriya rewşa abûrî li Sûriyê û hişkesaliya vî werzî jî û buhabûna êm, barê xwedîkerên ajelan giran kiriye nexasim ku xwedîkirina ajelan dahata sereke ya piraniya malbatên gund û gundewaran e.