Hunermendê Kurd Şevger Mîrza koça dawî kir
Welat TV - Hewlêr
Hunermendê Kurd Şevger Mîrza li bajarê Duhokê koça dawî kir û li zêdê wî li Dêrikê bi xakê tê spartin.
Şevger Mîrza îro, piştî zêdetirî hefteyekê di nexweşxaneyê de, li bajarê Dohokê koça dawî kir.
Hunermendê Kurd rewşa wî ya tendirustî di dema dawiyê de xerab bû û derbasî nexweşxaneyê bû, ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Îro bi rêya dergehê Pêşabûr ji Duhokê bo Dêrikê hat veguhestin û li zêdê wî bi xakê tê spartin.
Hunermend Şevger Mîrza sala 1963yan li bajarê Dêrikê ji dayîk bû, ji malbateke niştîman perwer e, xwedan berhemeke hunerî û foliklorî ya dewlemend bû, piştî destpêka şoreşa Sûrî penaberî Herêma Kurdistanê bû û ta roja xwe ya dawî lê ma.