Iraq: Mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê girîng e

Iraq: Mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê girîng e

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit El-Ebasî da zanîn ku mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê girînig e ji bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞ a terrorist.

Di hevpeyvîneke taybet de li gel kenala Erebiyê Sabit El-Ebasî da zanîn ku mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê girîng e ji bo rûbirûbûna DAIŞê, ji ber ku ewlehiya Iraqê girêdayî ye bi ewlehiya Sûriyê.

El-Ebasî diyar kir jî ku hebûna malbatên DAIŞê di kampa Holê de metirsiyê li ser ewlehiya Iraqê dirust dike û da zanîn ku hikûmeta Iraqê bi rêya Turkiyê ji Şamê xwestiye kampa Holê bigire.

Di dawiyê de jî Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê got ku gengeşeyên hikûmeta Sûriyê bi HSDê re derbarê tevlîbûna wê bo hêzên Wezareta Berevaniyê pêş neketine.

*Her weha bixwîne: Middle East Eye: HSD û Turkiyê civiyan û radestkirina zîndanên DAIŞê yek ji mijaran bû