Bavê zarokekî wendayî di rêya Welat TV re banga diyarkirina kurê xwe dike
Welat TV - Hewlêr
Zarokekî 16 salî ji şêniyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji 9 rojan ve wenda ye, malbata wî di rêya Welat TV re banga diyarkirina çarenivîsa wî dike.
Bavê Cemîl Kêlo di perçe vîdyoyekê de ji Welat TV re got: ji 31 Gulanê ve, dema ku ji gundê Qîlê berê xwe dabû Cindirêsê, wenda bûye û çarenivîsa wî nediyar e.
Kêlo da zanîn, ku kurê wî bi mebesta kirîna cil û kelûpelên cejnê ji gund barê xwe dabû Cindirêsê, lê venegeriya mal.
Bavê zarokê 16 salî tekez kir ku berê xwe daye navendên polîs û hêzên ewlekariyê li Cindirêsê û Efrînê, lê heta niha tu agahî bi dest nexistine.
Bavê Cemîl Kêlo di rêya Welat TV re bang li aliyên peywendîdar û berpirs kir ji bo diyarkirina çarenivîsa kurê xwe.