Dr. Mihemed Hebeş: Nenavendî rê nade dektatoriyê careke din vegere Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Ronakbîrî Sûrî Dr. Mihemed Hebeş da zanîn ku nenavendî rê nade dektatoriyê careke din vegere Sûriyê û roleke Kurdan a mezin di dîroka Sûriyê de heye.
Dr. Mihemed Hebeş îro ji Welat TV re got ku ”nenavendî di yasayên rêveberiyên xwecihî yên Sûriyê de hatiye pejrandin, çi di yasaya 1956an an jî ya sala 2012an de, ev yek jî di berjewendiya hemû aliyan de ye”.
Hebeş diyar kir ku ”nenavendî rê nade dektatoriyê careke din vegere Sûriyê her weha taybetmendiya hemû pêkhateyan di çarçoveya welatekî yekgirtî de diparêze”.
*Daxwazên Kurdan rewa ne
Li ser daxwaza Kurdan, ku banga nenavendiyê li Sûriyê dikin, Hebeş da zanîn ku ev yek mafekî rewa ye û ziman, çand, kultûr û dîroka gelê Kurd, yê ku roleke wî ya mezin di dîroka Sûriyê de heye, diparêze.
Dr. Mihemed Hebeş serbar kir ku di salên bûrî de desthilatên li Sûriyê bi hemû rêkaran hewl da nasnameya Kurdan tune bike, lê ev yek bi ser neket ji ber ku çanda Kurd beşekî resen e ji çanda Sûrî.
*Her weha bixwîne: Daxuyaniya dawîn a Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî