Asayîşa "Rêveberiya Xweser": 2 kesên nenas li Hesekê bombeyek avêtin û welatiyek birîndar kir
Welat TV - Hewlêr
Asayîşa "Rêveberiya Xweser" daxuyaniyek derbarê teqîna bombeyeke dengî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê belav kir.
Asayîşa "Rêveberiya Xweser" da zanîn "2 kesên nenas li ser matorsîklekê duh 8 Hezîranê demjimêr 9ê şevê, bombeyeke dengî avêtin dukanekê li gulistana 4ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê, di encamê de, welatiyek birîndar bû, û ji bo nexweşxaneyê hat veguhstin".
Daxuyaniyê da zanîn jî, "Piştî lêkolîn û lêpirsînan û li gorî zanyariyên destêkî, diyar bû ku bûyer ji encama nakokiyeke kevin di navbera herdu encamderan û welatiyê birîndar de çêbûye".
Asayîşa "Rêveberiya Xweser" diyar kir "Kiryarên weha ji derveyî yasayê ne, û dûr ji sinc û rewişta civakê ne, her weha bang li şêniyên Hesekê kir ku yekdest bin û her tiştekî ne rewa bibînin wan agahdar bikin".