Penaberên Efrînê ji Herêma Kurdistanê û Libnanê vedigerin

Welat TV - Hewlêr

Yasanas û mafnas Ednan Mustefa da zanîn ku bi vegera şêniyên Efrînê, rizgarkirin dest pê kir.

Ednan Mustefa, di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de got guhertina demografî li Efrînê nema, Kurd vedigerin û malbatên Ereb ên hawirde jê derdikevin.

Yasanas û mafnas Ednan Mustefa da znîn jî ku gundê Hisê gundê min e ji 400 malî tenê 2 malbatên Ereb tê de mane, li gelek gundên din jî bi heman rêjeyî ne.

Yasanas û mafnas Ednan Mustefa, got jî, ji Herêma Kurdistanê bi dehan malbatên me vegeriyane, û gelek malbatan xwe amade kirine dê vegerin. Em spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku em vehewandin, û êş û derdê me sivik kirin.

*Penaberên li Libnanê

Çalakvan Mustefa Şêxo ji Libnanê diyar kir ku ji Libnanê malbat vedigerin, lê piraniya malbatan li bendê derketina yekcarî ya çekdaran e.

Çalakvan Mustefa Şêxo da diyarkirin, ku deshilatdariya "Emşat" ne wek berê ye, û rêjeya Kurdan li navçeya Şiyê pir mezin bûye, bi tebê 30 malên Ereban li navenda navçeyê mane.

Çalakvan Mustefa Şêxo got: Xewn bû ji me re em weha rêjeya Kurdan li Efrînê zêde bibînin, û bi derketina çekdarên mane jî, yek malbat jî li Libnanê namîne dê vegerin ser cî û warê xwe.