Perwerdeya Sûriyê biryara pêkêşkirina ezmûnên polên 9 û 12an li deverên HSDê da

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta veguhêz a Sûriyê biryara lidarxistina ezmûnên polên 9 û 12an li deverên di bin kontirola HSDê de da. 

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê got "Xwendevan dikarin ezmûnên xwe li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa û Sirîn li gundewarê Kobaniyê pêşkêş bikin".

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûrî Mihemed Tirko got: "Li ser raspardeyên Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ û li ser erkê wezareta perwerdeyê di dabînkirina navendên ezmûnan bo tevaya xwendekarên Sûriyê, biryara vekirina navendên ezmûnan li van parêzgehan hate dan".

Tirko diyar kir, "Ji ber pêwîstiya temamkirina rêkaran, ezmûnên herdu bawernameyên amadeyî û navendî bo dema hefteyekê hat paşxistin, û wezareta perwerdeyê dê sibe programa nû ya serastkirî ragihîne, her weha rêkarên bicîkar yên vê biryarê werin ragihandin".

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûrî Mihemed Tirko got jî, "Di vê derbarê de em spasiya her kesekî ku bû alîkar di pêkanîna vê destkefta niştîmanî ya mezin de dikin, û em weke wezareta perwerdeyê serkeftinê bo tevaya xwendekarên xwe dixwazin".

Civîneke berfireh

Îro 9ê Hezîranê, Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê civîneke berfireh li gel birêvebirên Perwerdiyê li dar xist, û birêvebirina ezmûnên herdu polên 9 û 12an gotûbêj kir.

Wezaretê di civînê de tekezî li ser girîngiya amadekirina navendên ezmûnan, belavkirin nûnerên wezaretê li ser wan navendan kir, her weha derxistina kartên rojnamevanî yên taybet bi rojnamevanan da ku prose ji aliyê rojnamegeriyê jî were romalkirin.