Bernameya ezmûnên polên 9 û 12an li Sûriyê û rêkarên pêwîst
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Perwerdeyê di hikûmeta veguhêz a Sûrî de, biryara vekirina navendên ezmûnên polên 9 û 12an li 5 bajaran li deverên di bin kontirola HSDê de da.
Deverên ku hatine destnîşan kirin ev in: Qamişlo, Hesekê, Dêra Zorê, Reqa û Sirînê. Û lidarxistina ezmûnan paş xist ta amadekarî temam dibin.
Wezîrê Perwerdeyê Dr. Mihemed Tirko ev yek duh di daxuyaniyekê de ragihand û diyar kir ku rêkarên bicîkar yên vê biryarê dê werin ragihandin.
*Rêkarên pêwîst
Îro jî wezaretê, rêkarên tomarkirinê ji bo ezmûnan belav kirin, rêkarên pêwîst jî ev in:
*Ezmûn li gor rêbaza xwendinê ya Şamê ne
*Hemû xwendevan dikarin navên xwe li deverên destnîşankirî tomar bikin.
*Xwendevanên ku berê navên xwe tomar kirine karta xwe ya ezmûnan bi yeke nû diguherin.
*Tomarkirina xwendevanên pola 9an ji 11 ta 16ê Hezîranê bi rê ve diçe.
*Tomarkirina xwendevanên pola 12an ji 17 ta 22yê Hezîranê bi rê ve diçe.
*Dema lidarxistina ezmûnan
Wezaretê diyar kir ku ezmûnên pola 9an ji 21ê Hezîranê ta 9ê Tîrmehê bi rê ve diçin û yên pola 12an, ( beşê Zanistî ji 12yê Tîrmehê ta 3yê Tebaxê, beşê wêjeyî ji 12 ta 31ê Tîrmehê û beşê olî ji 12yê Tîrmehê ta 4ê Tebaxê bi rê ve diçin).
Piştî derketina biryarê, xwendevan li benda bicîkirina xalên wê ne bi awayekî birêkûpêk ji ber ku demeke kurt maye ji dema destnîşankirî re.