800 kîlo Heşîş û 200 hezar hebên Kaptagonê li Helebê hatin destserkirin
Welat TV - Hewlêr
Derdora 800 kîlo Heşîş û 200 hezar hebên Kaptagonê li Sûriyê hatin destserkirin.
Wezerata Navxwe ya Sûriyê îro di daxuyaniyekê de ragehand ku Rêveberiya Jinavbirina Madeyên hişber derdora 800 kîlo Heşîş û 200 hezar hebên Kaptagonê li Helebê destser kirin.
Wezaretê da zanîn ku ew madeyên hişbir hatbûn amadekirin ji bo qaçaxkirinê bo derveyî Sûriyê.
Daxuyaniyê diyar ku ev yek tê di çarçoveya hewlên de ji bo jinavbirina çêkirin û qaçaxiya madeyên hişber li Sûriyê.
Tevî hilweşîna Rêjîma Esed, hîn çikirin û qaçaxiya madeyên hişbir li Sûriyê berdewam e û bûye metirsiyeke mezin li ser hemû nifşên civakê.