Li Efrînê dema berhevkirina berhemên xox, çeftelî û mişmişan e
Welat TV - Hewlêr
Li gundê Kurzêlê Cûmê yê Efrînê cotkaran dest bi berhevkirina berhemên xox, çeftelî û mişmişan kiriye.
Îmad Ebdo yek ji cotkarên gund e ji Welat TV re got: Îsal nirxê berheman ji sala bûrî baştir e, lê av kêm û mazot giran e.
Ebdo da zanîn ku sala bûrî yek kîlo mişmiş bi nîv dolar ta 1.5 dihat firotin lê îsal bi heta 2 dolaran tê firotin, her weha berhemîn çeftelî û xoxan jî bi heman nirxê tê firotin.
Îmad Ebdo gilî ji giranbûna pêdiviyên çandiniyê kir û got ava bendav û çeman îsal kêm e, lewma ew neçar dibin bi şêweyên din berhemên xwe av bidin, lê mazot jî giran e, ji bilî wê jî nirxê sepetan jî giran e.
►Her weha bixwîne:
Li Efrînê gêlas tên berhevkirin.. "Nirx pir baş e"
Li Efrînê demsala pelên mêwan e.. Berhem kêm e lê nirx baş e