Mihemed Ismaîl: Em ê nenavendiyê li Şamê bixwazin
Welat TV - Hewlêr
Hevserokê Şanda Kurdî ya hevbeş Mihemed Ismaîl da zanîn ku Şanda Kurdî berê xwe dide Şamê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Mihemed Ismaîl ji kenala El-Erebiyê re got: Em ê nenavendiyê li Şamê bixwazin, em dibînin nimûneya herî baş e.
Mihemed Ismaîl diyar kir, Destê me ji diyalogê re vekirî ye û em dixwazin li gel Şamê bigihin çareseriyên hevbeş. Em dixwazin mafên me weke pêkhateyeke sereke û dîrokî werin parastin.
Hevserokê Şanda Kurdî ya hevbeş Mihemed Ismaîl da zanîn Belgeya Kurdî, nerîna me derbarê nasnameya welatê Sûriyê dide diyarkirin. Ji bo destnîşankirina roja danûstandinan em di peywendiyê de ne
Hevserokê Şanda Kurdî ya hevbeş Mihemed Ismaîl tekezî li ser parastina yekîtiya gelê Sûriyê û dabînkirina mafên hemû pêkhateyan kir.
Şand bi serokatiya Mihemed Ismaîl û Perwîn Yûsif e.
*Navên endamên şandê ev in:
*Silêman Oso
*Fêsel Yûsif
*Selah Derwîş
*Aldar Xelîl
*Reyhan Loqo
*Ehmed Silêman
*Nesredîn Ibrahîm