Efrîn.. Dixwest wêneyekê bigire lê binav bû û jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Zarokeke Kurd li Gola Meydankê ya li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binav bû û jiyana xwe ji dest da.
Elya Îsam Reşo ya 15 salî duh li Gola Meydankê binav bû û derngiya şevê termê wê ji aliyê tîma berevaniya sivîl ve hat derxistin û bo nexweşxaneya bajêr hat veguhestin.
Jêdereke nêzîkî Malbatê ji Welat TV re got: Elya Reşo li gel malbata xwe di çarem roja cejna Qurbanê de çûbû seyrangeha Meydankê, dema dixwest wêneyekê bigire, binav bû û jiyana xwe ji dest da.
Elya Îsam Reşo ji gundê Hesendêra ye û nişteciya navenda bajarê Efrînê bû, îro termê wê bi xakê tê spartin.
Gola Meydankê yan Bendava Meydankê yek ji cihên geştyarî ye li Efrînê, şêniyên deverê û yên deverên din di rojên bêhinvedanê de berê xwe didin wir, lê ji ber kûrbûna bendavê, her dem û demkê welatî binav dibin û dibin qurbanî.