Jêderên Welat TV: Komîteyek ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê serdana Hesekê dike
Welat TV - Hewlêr
Biryar e îro komîteyek ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê serdana bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bike.
Jêderên Welat TV ragihand îro 10 Hezîrana 2025an, komîteyek ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê digihe bajarê Hesekê.
Jêderan da zanîn, Komîte li gel Rêveberiya Perwerdeya Hesekê dicive û çawaniya lidarxistina ezmûnên polên 9 û 12an gotûbêj dikin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê got "Xwendevan dikarin ezmûnên xwe li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa û Sirîn li gundewarê Kobaniyê pêşkêş bikin".
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûrî Mihemed Tirko diyar kir: "Li ser raspardeyên Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ û li ser erkê wezareta perwerdeyê di dabînkirina navendên ezmûnan bo tevaya xwendekarên Sûriyê, biryara vekirina navendên ezmûnan li van parêzgehan hate dan".