Rêbendên çekdarên "Emşat" li gundên Efrînê hatin rakirin
Welat TV – Hewlêr
Rêbendên çekdarên Sultan Silêman Şah ku bi Emşat naskirî ne, li gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatin rakirin.
Hikûmeta Şamê ji duh ve û ta îro rêbendên çekdarên Emşat li gundên Efrînê rakirin.
Li gorî jêderên Welat Tv rêbendên Emşat ên ku hatine rakirin li van cihan bûn:
*Rêbenda geliyê Circimê li gundê Senarê
*Rêbenda gundê Xelîl
*Rêbenda gundê Aşka
*Rêbenda Geliyê Şiyê - Kitixê
Jêderan da zanîn jî ku, li rêbenda Deveyol hêzên ewlehiyê cih girt, û dema hêzên ewlehiyê yên bi ser hikûmeta Şamê ve, rêbend radikrin, nakokî di navbera wan û çekdarên Emşat de derketin.
Beriya çend Rojan yasanas Ednan Mustefa di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de dabû zanîn ku piştî cejna qurbanê çekdar li Efrînê namînin.
Nûçeyên girêdayî binpêkirian Emşat di dermafê gelê Kurd de li Efrînê li vê lînkê bibîne