Libnan: Em ê penaberên Sûrî vegerînin welatê wan

Libnan: Em ê penaberên Sûrî vegerînin welatê wan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Libnanê Newaf Selam da zanîn ku ew bi hevkariyê li gel civaka navdewletî kar dikin ji bo vegera ewleh a penaberên Sûrî ji Libnanê.

Newaf Selam ev yek îro di kongira bi navê (Dubare avakirina Libnanê: Çarçoveya weberhênan û derfetên kar) de ragihand û diyar kir ku gavên siyasî û yasayî di vê derbarê de tên avêtin.

Ev daxuyanî tê di demekê de, ku Komîta Wezarî ya Libnanî ji bo Karûbarên Penaberên Sûrî pilanek daniye ji bo vegerandina 200 ta 300 hezar penaberên Sûrî di qonaxa yekê de, û tê pêşbênîkirin ku ew pilan beriya meha Êlûnê dest pê bike li gorî cîgirê serokê hikûmeta Libnanê Tariq Mitrî.

Di vê derbarê de, Komîsera Penaberan da zanîn ku pilaneke wê heye ji bo vegerandina derdora 400 hezar penaberên Sûrî ji Libnanê di sala 2025an de.

*Her weha bixwîne: Ji hilweşîna Esed ve.. Zêdetirî 425 hezar penaber ji welatên cîran vegeriyane