6 Kes li Dêra Zorê bûne qurbanî
Welat TV - Hewlêr
6 Kes ji ber teqîna paşmayên şer û guleyên bêserûber li Dêra Zorê bûne qurbanî.
Îro li Bajarokê Mirat ê gundewarê Dêra Zorê ciwanekî ji ber berdana guleyên bêserûber canê xwe ji dest da û du ciwan jî birîndar bûn.
Li biyabana Dêra Zorê dema hin şivanan ku ji yek malbatê ne pezê xwe diçêrandin paşmayeke şer bi wan de teqiya di encamê de 3 şivan birîndar bûn.
Li gorî Rêxistina "Human Rights Watch" Nîsana bûrî diyar kiriye ku di heyama 4 mehên derbasbûyî de paşmayên şer li Sûriyê bûne sedema kuştin û birîndarbûna bêtirî 600 kesî ku di nava wan de zarok jî hene.
Rêxistina "HWR" di raportekê de got: "Ji Berçileya bûrî ve heta Nîsanê li seranserî Sûriyê, 249 kes di nav wan de 60 zarok, di teqîna paşmayên şer de canên xwe ji dest dane, her weha 379 kes birîndar bûne".
►Her weha bixwîne.. Rojnamevanek: Metirsiya paşmayên şer li Sûriyê ji metirsiya şer ne kêmitr e