Hejmarek kes li Himsê hatin girtin û embareke çekan hete desteserkirin

Hejmarek kes li Himsê hatin girtin û embareke çekan hete desteserkirin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlehî yên hikûmeta veguhêz a Sûrî birek çekên sivik û navend li gundewaerê Himsê desteser kir.

Wezareta Navxwe di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wê "hejmarek kesên derveyî yasayê li gundê Um Dewalî li devera Tilkelexê girtin û dest danîn ser embareke çekan".

Li gorî wêneyên ku wezaretê belav kirine, di wê emaberê de hejmarek çek û mûşek hatine dîtin.

Daxuyaniyê diyar kir ku ev yek tê di çarçoveya hewlan de ji bo bihêzkirina ewlehiyê li parêzgeha Himsê.

Duh jî, Wezerata Navxwe ragehand ku hêzên wê derdora 800 kîlo Heşîş û 200 hezar hebên Kaptagonê li Helebê destser kirin.