Komîta Aştiya Civakî: Sizadan bo wan kesan e ku tawanên mezin encam dane

Komîta Aştiya Civakî: Sizadan bo wan kesan e ku tawanên mezin encam dane
Komîta Aştiya Civakî: Sizadan ji bo wan kesan e ku tawanên mezin encam dane

Welat TV - Hewlêr

Komîta Aştiya Civakî li Sûriyê dibêje ku bilezkirin di rêya dadweriya veguhêz de dê tevlîheviyê dirust bike.

Endamê Komîta Aştiya Civakî Hesen Sofan di kongireke rojnamevanî de got: "Efserên ku serbest hatine berdan xwe piştî hilweşandina Rêjîma Esed radest kiribûn û destê wan di rijandina xwînê de nebû".

Ev rêkar ne şûngirê dadweriya veguhêz in ya ku dest pê kiriye".

Hesen Sofan diyar kir jî ku dadweriya veguhêz nayê wateya sizadana her kesê ku xizmeta Rêjîmê kiribû: "Sizadan ji bo tawanbarên mezin e yên ku tawan û binpêkirin encam dane".

Sofan got jî ku "bilezkirin di rêya dadweriya veguhêz de dê tevlîheviyê dirust bike û bide diyarkirin ku dewlet nikare erêkên xwe pêk bîne û ev yek dê dergehên destwerdanên derekî veke".