Nûredîn El-Baba: Fermandarine ji leşkerên Rêjîma Esed bi me re hevkar bûn
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyê Nûredîn El-Baba got ku di dema operasyonên leşkerî de, hejmarek fermandarên leşker û istixbaratên Rêjîma Esed bi wan re alîkar bûn.
El-Baba di kongireke rojnamevanî de diyar kir ku ew fermandar bi wan re hevkar bûn û xalên leşkerî û şaxên ewlehiyê radestî hêzên wan kirin û "gihiştina hêzên Redi’ El-Idwan bo deverên Sûriyê û rizgarkirina wan asan kirin".
*Pirsa Fadî Seqir
Di derbarê kesayetiyên wekû "Fadî Seqir" ku serkirdeyekî milîsên ser bi Rêjîma Esed ve bû,endamê Komîta Aştiya Civakî Hesen Sofan got:
"Serkirdayetiyê ewlehî da Fadî Seqir, li şûna ku were girtin".
Her weha got: "Bi rastî Seqir bi roleke erênî lîst û serkirdayetî vê yekê dizane, û deriyên fitneyên mezin hatin girtin ku dê li ser dewlet û welatiyan ji hemû pêkhateyan gelekî giranbaye".