Çekdarekî Rêjîma Esed li Laziqiyê hat girtin

Çekdarekî Rêjîma Esed li Laziqiyê hat girtin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta veguhêz a Sûrî yej ji çekdarên Rêjîma Esed a hilweşiyayî li gundewarê Laziqiyê girt.

Wezareta Navxwe ya Sûrî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wê Fîras Elî Sibêh yek ji çekdarên Rêjîma Esed li bakurê Laziqiyê girt.

Li gorî wezaretê, Fîras Elî Sibêh tawan li dijî gelê Sûriyê encam dane û ew bo dadgehê hatiye veguhestin.

Daxuyaniyê diyar kir jî ku girtina Sibêh tê di çarçoveya hewlên wê de ji bo girtina tawankaran li Laziqiyê.

Li Himsê jî, hêzên ewlehî yên hikûmeta veguhêz a Sûrî birek çekên sivik û navend li deveran Tilkelexê desteser kir.