Barrack: Metirsiya terorkirina El-Şeri´ ji aliyê tundirewan ve heye

Barrack: Metirsiya terorkirina El-Şeri´ ji aliyê tundirewan ve heye

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack da zanîn ku ji ber peywendiyên serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ li gel welatiyên rojavayî metirsiya terorkirina wî ji aliyê tundirewan ve heye.

Tomas Barrack ev yek îro ji malpera Al-Monitor re ragihand û diyar kir ku tirsa welatê wî ji vê yekê heye û divê sîstemeke parastinê ji bo parastina El-Şeri´ hebe.

Barrack got ku dibe hewlên El-şeri´ bo bihêzkirina desthilateke giştgîr û peywendiyên wî bi welatên rojavayî re, wî bikin armanc ji tundrwan re.

Li gorî Şandiyê Emerîka bo Sûriyê, berjewendiyên wan û El-Şeri´ yek in û El-Şeri´ zîrek e û dizane ku çi dike.

*Her weha bixwîne: Şandiyê Emerîka li gel Trump û Rubio doseya Sûriyê gotûbêj kir