Hevpeymaniya Navdewletî hêzên zêde şandin Rojavayê Kurdistanê

Hevpeymaniya Navdewletî hêzên zêde şandin Rojavayê Kurdistanê

Welat TV - Hewlêr

Hevpeymaniya Navdewletî hêzên zêde şandin du bingeheke xwe li Rojavayê Kurdistanê.

Îro 35 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk, ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û berev bingeha Hevpeymaniyê li Qesrikê li ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê de, çûn.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, zêdetirî 324 bahilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk ên Hevpeymaniya Navdewletî ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bûne.

Li aliyekî din, di dema dawiya dê Hevpeymaniya navdewletî hêzên xwe dubare belav dike û gelek hêz ji bingehên xwe li Dêra Zorê berev bajarên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontirola HSDê de veguhestin.

*Her weha bixwîne: CENTKOM: Di 6 operasyonan de me 2 endamên DAIŞa terorîst kuştin û 2 jî girtin