Serok Barzanî li ser koçbarkirina tekoşer Kerîm Şingalî: Pêşmerge, tekoşer, û hevalekî nêzîk bû
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî, sersaxî bi koçbarkirina Kerîm Şingalî belav kir.
Serok Barzanî got: Mixabin, tekoşer, kesayetiya niştîmanperwer, xebatkar û endamê pêştir ê polîtbîroya Partiya Demokrata Kuristanê, Kerîm Şingalî ji encama nexweşiyekê koça dawî kir.
Serok Barzanî got jî: Şingalî di qonaxên xebata gelê me yên cuda de her weha di partiya me de her dem yek ji kardirên jêhatî û berketiyê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê bû, ji destpêka şoreşa Gulanê fermandarekî çalak û serekî bû, her weha di serdema xebatî çiyayî û piştî raperînê li karûbarên siyasî, îdarî û dîplomasî erkên xwe bi dilsozane bi cî kirin.
Serok Barzanî diyar kir, ku Şingalî pêşmergeyekî rêbaza Barzanî û Kurdayatî bû, ji min re weke hevalekî nêzîk û rêhevalê xebatê bû, û temenê xwe ji bo xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê û bidestxistina armancên gelê Kurdistanê terxan kiribû û jidestdana wî xesaret û derdaneke mezin e.
Serok Barzanî di dawiya peyama xw de got: Sersaxiyê ji xwe û malbat, kesûkar, hevalên Kerîm Şingalî, serkirdayetî, kadir, endam, alîgir û hemû şoreşger û azadîxwazên Kurdistanê dikin, ji Xwedeyê mezin hêvîdar im ruhê wî di buhişta berîn de şad bike.