Hims.. 4 sivîl di encama êrîşeke çekdarî de bûne qurbanî

Hims.. 4 sivîl di encama êrîşeke çekdarî de bûne qurbanî

Welat TV - Hewlêr

4 sivîl li gundewarê Himsê di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û birîndar bûn.

Fermandarê Ewlekariya giştî li Himsê, Murhaf El-Nesan da zanîn ku di êrîşeke çekdarî de li bajarê Til Kelex li gundewarê Himsê, 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 2 din jî bi giranî birîndar bûn rewşa wan ne aram e.

Merhef El-Nasan, got ku dezgehên peywendîdar dest bi lêkolînan ji bo nas kirina tawanbaran kiriye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku 4  ji hêzên ewlekariyê hatin kuştin û şerûpevçûnîn giran duh bi şevê rû dan. 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar ku ji destpêka salê ve 743 kes di bûyerên cuda li Sûriyê hatine kuştin.