Hêzêke Israîlê derbasî gundewarê Quneytera bû
Welat TV - Hewlêr
Hêzeke Israîlê derbasî gundewarê Quneytera bû û gule di esmanan de berdan.
Îro hêzeke Israîlê derbasî gundê Qehtaniyê li Quneyterayê bû û di nava kolanên gund de belav bû.
Di dema belavbûna wê hêzê nava gund de gule di esmanan de berdan û ji gundiyan xwest ku ji malên xwe dernekevin.
Li aliyekî din jî, hêzên Israîlê amadekariyên avakirina bingeheke leşkerî li gundewarê parêzgeha Quneyteratê dikin.
*Her weha bixwîne: Artêşa Israîlê: Me endamekî Hemas li Sûriyê armanc kir