Rêbenda çekdarên "Emşat" li gundê Kaxrê yê Efrînê hat rakirin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Ewlehiyê yên bi ser hikûmeta Şamê ve rêbendeke din a çekdarên "Sultan Silêman Şah Hemşat" li gundekî Efrînê rakir.

Jêderekê ji gundê Kaxrê ji Welat TV re got: Îro hêzên ewlehiyê rêbenda gundê Kaxrê yê bi ser navçeya Mabeta ve rakir.

Duh jî Hêzên Ewlehiyê yên bi ser hikûmeta Şamê ve hejmareke rêbend li gundên navçeya Şiyê û gundê Aşka li Cindirêsê rakirin:

*Rêbenda geliyê Circimê li gundê Senarê

*Rêbenda gundê Xelîl

*Rêbenda gundê Aşka

*Rêbenda Geliyê Şiyê - Kitixê

Jêderan da zanîn ku, li rêbenda Deveyol hêzên Ewlehiyê cih girt, û dema hêzên ewlehiyê yên bi ser hikûmeta Şamê ve, rêbend radikrin, nakokî di navbera wan û çekdarên Emşat de derketin.

Beriya çend rojan yasanas Ednan Mustefa di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de dabû zanîn ku piştî cejna qurbanê çekdar li Efrînê namînin.