Cotkarekî Amûdê: Biryara "Rêveberiya Xweser" stemkar e û divê tona genim bi 600 dolarî be
Welat TV - Hewlêr
Duh 11 Hezîrana 2025an, her yek "Rêveberiya Xwesr" û Hikûmeta Şamê nirxê kirîna genim ji cotkaran ragihand.
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji nirxê ku "Rêveberiya Xweser" destnîşan kiriye ne razî ne.
Hisên Şihadê cotkarekî bajarê Amûdê ye, ji Welat TV re got: Ev biryara stemkar û zordar e.
Sihadê da zanîn ku "Rêveberiya Xweser" weke bazirganan serederiyê li gel cotkaran dike.
Hisên Şihadê got jî: Îsal em rastî gelek ziyanan hatin, ji ber ne baran bariya û mozt, tov, semad jî pir giran bû, her weha para me ji mazotê dereng hat belavkirin.
Hisên Şihadê diya kir, Divê tona genim bi 600 dolarî hatiba desnîşankirin heta ku cotkar hinekî sûd û qezeng bikin.
Desteya Abûrî û Çandiniyê ya ”Rêveberiya Xwesr” di daxuyaniyekê de nirxê kîloya genim bi 32 sentên Emerîkî destnîşan kir wate nirxê tonek genim digihe 320 dolarî. Her weha hikûmeta Şamê Nirxê tonek genim bi 350 Dolarên Emerîkî destnîşan kir.
*Cudahiya nirxê li cem hikûmeta Şamê û "Rêveberiya Xweser"
*Nirxê genim li cem hikûmeta Şamê bi vî awayî ye:
*Nirxê tonek genim: 320 Dolarên Emerîkî
*Xelat: 130 Dolar bo tonek genim
*Nirxê giştî: 450 Dolar
Nirxê genim li cem "Rêveberiya Xweser":
Nirxê tonek genim: 350 Dolarên Emerîkî
Xelat: 70 Dolar bo tonek genim
Nirxê gîştî: 420 Dolar