Agir bi kargeheke Qamişlo ket û ziyan madî ne

Agir bi kargeheke Qamişlo ket û ziyan madî ne

Welat TV - Hewlêr

Agirek bi kargehek isfincan li Qamişlo ket û ziyanên madî hatin tomarkirin.

Îro agir bi kargeheke isfincan li nêzîkî mizgefta Qasimo li ser rêya Qamişlo – Amûdê ket û ji aliyê tîmên vemirandina agir ve hate vemirandin.

Di encama agir de, ziyanên madî hatin tomarkirin û tu ziyanên canî nehatin tomarkirin.

Li gorî tîmên vemirandina agir, sedema bûyerê şorteke elekitrîkê bû di nava kargehê de.

Beriya du rojan jî, agirek bi karhgeheke biskewîtan li nêzîkî filkeya selam li Qamişlo ket û ziyanên şewatê bi tenê madî bûn.