Malbata şehîd Ehmed Şêxo banga dadgehkirina çekdarên "Emşat" dike
Welat TV – Hewlêr
Di salvegera şehîdbûnê de, Malbata şehîd Ehmed Şêxo banga sizadan û dadgehkirina çekdarên "Emşat" kir.
Îro 12 Hezîran 2025a, 7 sal li ser şehîdbûna Ehmed Şêxo di zîndanên çekdarên "Emşat" li navçeya Şiyê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin.
Di rojeke weke îro, sala 2018an, ji ber lêdan û eşkenceya tund di zîndanên çekdarên "Sultan Silêman Şah" ên bi "Emşat" tê naskirin de, jiyana xwe ji dest da û şehîn bû.
*Banga Malbatê
Mustefa Şêxo birayê Ehmed Şêxo ye ji Welat TV re behsa tawanê kir, û got hejmarek ji malbat û kesûkarên wî hatin zîndakirin di nav de jin jî hebûn, û ji ber lêdan û eşkenceyê Ehmed jiyana xwe ji dest da.
Çalakvan Mustefa Şêxo bang li hikûmeta Şamê û rêxistinên mafên mirovan kir ku tawanbar û encamderên Emşat siza û dadgeh bikin.
Ehmed Şêxo, endamê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, û cîgirê serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şiyê bû.
Nûçeyên girêdayî binpêkirian "Emşat" di dermafê gelê Kurd de li Efrînê li vê lînkê bibîne