Hikûmeta Herêma Kurdistanê sizayên li ser îqameyên Sûriyan rakirin
Welat TV – Hewlêr
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên nû derxistin tê de sizayên serveçûna moleta nûkirinê li ser îqameyên Sûriyan, rakirin.
Wezareta Nevxwe ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de îro 12 Hezîrana 2025an, ragihand, ku li ser rasperdeya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sizayên li ser îqameyên welatiyên Sûriyê, yên li Herêma Kurdistanê, hatin rakirin.
Wezaretê got: Welatiyên Sûriyê dikarin di çarçoveya 60 rojî de, îqameyên xwe careke din nû bikin, û her sizayek hebe efû dibe.
Wezareta Nevxwe ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku welatiyên dixwazin vegerin û ji ber sizayan nikarîbûn, dikarin îmzeya derketinê ji Rêveberiya Îqameyan werbigirin û di rêya balafirxaneya Hewlêrê bi fermî vegerin Sûriyê.
Wezareta Nevxwe ya Herêma Kurdistanê tekez kir, her kesek ku ji ber rewşa xwe ya abûrî nikare têçûna çûnê dabîn bike, dikare navê xwe di geştên bejayî de tomar bike, û li ser hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe dergehê Pêşxabûrê.