Hikûmeta Şamê rêbenda çekdarên "Semerqend" li gundê Rûta yê Efrînê rakir

Hikûmeta Şamê rêbenda çekdarên

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Ewlehiyê yên bi ser hikûmeta Şamê ve rêbendeke din a çekdaran li gundekî Efrînê rakir.

Jêderekê ji gundê Rûta yê bi ser navçeya Mabeta ve ji Welat TV re got: Hikûmeta Şamê rêbenda çekdarên "Semerqend" li gund rakir.

Jêderê da zanîn ku çekdar li gund neman, her weha bi tenê du malbatên Erebên Hawirde ji koka 40 malî li gund mane.

Di 10-11 Hezîranê de, Hêzên Ewlehiyê yên bi ser hikûmeta Şamê ve hejmareke rêbend li gundên navçeya Şiyê, Mabeta û Cindirsê rakirin:

*Rêbenda gundê Kaxrê

*Rêbenda geliyê Circimê li gundê Senarê

*Rêbenda gundê Xelîl

*Rêbenda gundê Aşka

*Rêbenda Geliyê Şiyê - Kitixê

Jêderan da zanîn ku, li rêbenda Deveyol hêzên Ewlehiyê li şûna çekdarên "Emşat" cih girt. 

Yasanas Ednan Mustefa di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de dabû zanîn ku piştî cejna qurbanê çekdar li Efrînê namînin.