Amar.. 28 dron û hejmarek mûşekên Îranê li nava xaka Sûriyê hatine xistin

Amar.. 28 dron û hejmarek mûşekên Îranê li nava xaka Sûriyê hatine xistin

Welat TV - Hewlêr

Bi dehan dron û mûşekên Îranî li nava xaka Sûriyê ji berbanga roja Înê ve hatine xistin û ziyan hatine tomarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku ”ji Berbanga roja Înê ta niha, 28 dronên Îranî li nava xaka Sûriyê hatine xistin”, ku îro dronek li Tertûsê hate xistin û bû sedema birîndarbûna welatiyekî û ziyanên madî hatin tomarkirin.

Li gorî amaran, dronên ku hatine xistin bi vî awayî belav bûne:

Dronek li Hesekê, 3 li devera Tenef, 1 li Tertûsê, 3 li Siwêdayê, 8 li Quneyterayê, 3 li Gundewarê Şamê û 6 li Der´ayê.

Ji bilî dronan hejmarek paşmayên mûşekan jî li deverên cuda li Sûriyê hatine dîtin.

Li gorî çavdêran eger şerê Israîl û Îranê dirêj bike dê bandoreke wê li ser hemû astan li Sûriyê hebe.