Jineke Kurd a bitemen: Çekdarên "Hemzat" rojane berhema min didizin
Welat TV - Hewlêr
Li gundê Gewanda yê navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Hemzat berhema jineke Kurd a bitemen rojane didizn û ji xwe re difiroşin.
Xalîde Bekûr, ji Welat TV re got: Çekdarên Hemzat berhema pelên mêwan ên wê rojane bi şevê li ber çirayan diçinin û ji xwe re difiroşin.
Xalîde da zanîn ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, û ew zevî jêdera wê ya sereke ye, lê rojane çekdarên Hemzat ên li gundê Şingêlê dimînin berhema wê diçinin û didizin.
Xalîde Bekûr, diyar kir ku Ebû Mihemed, Ebû Elî û Ebû Hesen, ji çekdarên Hemzat berham wê didizin.
Rewşa Efrînê piştî ketina Esed
Çavdêr û rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku tevî derketina zêde ya çekdaran lê ta niha hin paşmayên çekdarên Emşat, Hemzat, Nuxbê, Şerqiyê mane û di binpêkirinên xwe de berdeweam in.
Her weha bixwîne.. HRW: Binpêkirinên çekdarên "Artêşa Niştîmanî" li dijî Kurdan berdewam in