Rojnamyeke Emerîkî: Beşar Esed fermana kuştina Austin Tice daye
Welat TV - Hewlêr
Rojnameya Waşinton Post li ser zarê du berpirsên Emrerîkî ragihand ku rojnamevanê Emerîkî Austin Tice bi fermanekê ji Beşar Esed serokê rêjîma berê ya hilweşiyayî, hatiye kuştin.
Rojnameyê da zanîn ku Nivîsgeha Lêpirsînan a Fedralî "CIA" û Ajansa Istîxbaratan a Navendî ya Emerîkî, lêpirsînek li gel Besam El-Hesen encam da, tê de El-Hesen dan bi wê yekê kiriye û daye zanîn ku rojnamevanê Emerîkî Austin Tice bi fermanekê ji Beşar Esed sala 2013an hatiye kuştin.
Rojnameyê diyar kir ku Besam El-Hesen rawêjkarê Esed ê karûbarên stratecîk bû û yek ji berpirsên nêzîkî bazneya wî bû, di çarçoveya lêpirsînên ku pê re li Libnanê di Nîsanê de hatin kirin, ew zanyarî eşkere kirin.
Rojnameyê got jî ku heta niha Emerîka bi fermî piştrast nekiriye, lê cara yekê ye ku berpirserkî rêjîma Esed, çarenivîsa Tice diyar dike. Nivîsgeha Lêpirsînan a Fedralî û Ajansa Istîxbaratan a Navendî ya Emerîkî tu daxuyanî nedane û tekez kir ku lêpirsîn berdewam in.
"Term li Şamê ye"
Rojnameya Waşinton Post da zanîn jî li gorî El-Hesen termê rojnamevanê Emerîkî li parêzgeha Şamê ye bê ku cihê wî destnîşan bike.
*Austin Tice kî ye?
Di 14ê Tebaxa 2012an, rojnamevan Austin Tice li Sûriyê hat revandin, jidayîkbûyê 1981ê ye, efserekî kevin ê Navenda Çekên Deryayî yê Emerîka bû.