Karwanekî Leşkerî gihîşt bingeha kêlgeha Elomer
Welat TV - Hewlêr
Karwanekî leşkerî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk gihîşt bingeha Emerîkî li kêlgeha Elomer ya petrolê li gundewarê Rojhilatî yê Dêra Zorê.
Îro karwanekî leşkerî ku ji 10 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat ji Herêma Kurdistanê bi rêya dergehê Elwelîd yê Hevsînorî re derbasî Sûriyê bû û li bingeha Emerîkî li kêlgeha Elomer bi cih bû.
Ev karwan piştî çend demjimêran ji armanckirina bingeha Elomer bi dronan ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve bê ku tu zanyarî derbarê ziyaanan de hebin, gihîşt bingehê.
Duh jî firokeyeke Emerîkî ya barkirî bi alavên leşkerî û locistîk gihîşt bingeha Xerab Elcîr li bajarokê Rimêlanê yê Rpjavayê Kurdistanê.
9 bingehên Emerîkî û yên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, yek li devera Eltenef li gundewarî Humsê ye, 2 li Dêra Zorê ne û 6 jî li Rojavayê Kurdistanê ne.