Cedan Elî: Sizayên li ser kesên ku bi serdan hatine Herêma Kurdistanê jî rabûne
Welat TV - Hewlêr
Endamê Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Cedan Elî da zanîn ku kesên bi serdan hatine Herêma Kurdistanê û siza li ser wan hatine tomarkirin dikarin vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Cedan Elî ji Welat TV re got: Biryara dawiyê ya efûkirina sizayan, kesên ji Rojavayê Kurdistanê bi mebesta serdanê hatine û siza li ser wan hatine tomarkirin, li xwe digire, û dikarin vegerin bê ku sizayan bidin.
Endamê Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKS, Cedan Elî diyar kir ku, kesên hilgirê kartên serdanê, dikarin berê xwe bidin rêveberiya îqameyan ya giştî li Hewlêrê û rêdana derketinê werbigirin û vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Di 12 Hezîrana 2025an Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên nû derxistin tê de sizayên serveçûna moleta nûkirinê li ser îqameyên Sûriyan, rakirin.
Wezareta Nevxwe ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, ragihand, ku li ser rasperdeya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sizayên li ser îqameyên welatiyên Sûriyê, yên li Herêma Kurdistanê, hatin rakirin.
Wezaretê got: Welatiyên Sûriyê dikarin di çarçoveya 60 rojî de, îqameyên xwe careke din nû bikin, û her sizayek hebe efû dibe.