Li Qamişlo derçûyên xuleke Zimanê Kurdî hatin xelatkirin

Welat TV - Hewlêr

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derçûyên xuleke Zimanê Kurdî hatin xelatkirin.

Li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya "PDK-S" li Qamişlo ahengek ji derçûyên xuleke Zimanê Kurdî re hate lidarxistin.

Ew xula Zimanê Kurdî 2 mehan berdewam bû û ji aliyê Samiya Hisên berpirasa birêvebir a Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya ve hat pêşkêşkirin.

Di ahengê de serkirdeyê PDK-S Mihemed Salih Şelal gotinek pêşkêş kir û tekez kir ku "parastina Zimanê Kurdî erk e li ser milê hemûyan".

Ahenga derçûyên xula Zimanê Kurdî bi beşdariya Koma Narîn a Foliklorî bi rê ve çû û derçûyî jî hatin xelatkirin.