G7: Em piştevaniya Israîlê dikin û nabe Îran çekên etomî bi dest bixe
Welat TV - Hewlêr
Serkirdeyên grûpa Heft Welat (G7) banga dîtina çareseriyekê ji şerê Israîl û Îranê re kir û diyar kir ku ji mafê Israîlê ye berevaniyê di ber xwe de bike.
Grûpa Heft Welat îro di daxuyaniyeke hevbeş de banga çareserkirina kirîza li Rojhilata Navîn piştî şerê di navbera Israîl û Îranê de kir û da zanîn ku ji mafê Israîlê ye berevaniyê di ber xwe de bike û ew piştgiriya xwe ji ewlehiya wê re nû dike.
Li gorî daxuyanoyê, Îran jêdera sereke ye bo têkdana aramiyê li deverê û terorê û diyar kir ku nabe Îran çekên etomî bi dest bixe.
Grûpa Heft Welat her yek ji Emerîka, Berîtaniya, Keneda, Fransa, Elmaniya, Îtaliya û Japonê li xwe digire û salê carekê lûtkeya xwe li dar dixin.
Îsal jî, hejmarek serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê, Ustiraliya, Birazîl, Meksîk, Ukrayna û Kûryaya Başûr ji bo beşdariyê di lûtkeyê de hatin vexwendin.